QSD’ê 2 endamên çeteyên DAIŞˊê ku hewldan ji kampa Holê birevin, girtin.
Tekildarî mijarê navenda ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:
“Hêzên me yên taybet li kampa Holê di operasyoneke taybet bi ser du çeteyên DAIŞ’ê ve girtin.
Di encama de 2 endamên “Eşbal El Xîlafe” û kesek destê wî di revandina gelek endamên terorîst de hebû hatin girt.”
QSD’ê destnîşankir ku her du çeteyên hatine girtin, yek ji Endonezyayî û yê din jî ji Turkistanêye û ew tevlî qaçaxçiyê wan yê Sûrî ji gundê Kesara yê Dêrazorê hatin girtin.