WHO: Li Sûriyê karmendekî me di êrişa hewayî de hat kuştin

Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê (WHO) ragihand ku li Dêrazorê karmendekî wê di êrişa hewayî de roja sêşemê de hat kuştin.

Rêxistinê destnîşan kir ku di rêzeêrişên hewayî yên li dijî bajarê Dêrazorê yê li rojhilatê Sûriyeyê de mala karmendekî wê hat bombebarankirin.

Di encamê de wê karmendê jiyana xwe ji dest da.

Ew karmend berpirsê rêxistinê ya kar û barên avê, kanalîzasyonê û paqijiya li bajêr bû.

Rêveberê giştî yê Rêxistinê Tedros Adhanom Ghebreyesus li ser hesabê Xˊê got:

“Kuştina karmendê me nîşan dide ku li Sûriyeyê tundî didome û zehmetiyên ku gelê Sûriyeyê dikişîne xuya dikin.”

Li Dêrazorê li dijî hêzên Îranê êrişên hewayî pêk hatin

Back to top button