HPG: Li Heftenîn û Geverê 4 leşkerên dagirkeriyê hatin kuştin

Li bakur û başûrê Kurdistanê li dijî dagirkeriyê gerîla çalakiyên xwe zêde kirine. Di berxwedana “Cenga Heftenînê” de gerîlayan çalakiyên bibandor pêk anîn.

Di rêzeçalakiyên li Gever a Colemêrgê de, 4 leşkerên dewleta tirk a dagirker hatin kuştin.

Li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên li ser xaka başûrê kurdistanê, ev 8 rojin berxwedaneke dîrokî li herêma Heftenînê ji aliyê Gerlayên HPG û YJA Starê ve tê meşandin.

Di çarçoveya “Cenga Heftenînê” ya gerîlayan de derbên xurt li dagirkeran tên xistin.

Herî dawî Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser çalakiyên li Heftanîn û Geverê daxuyaniyek nivîskî da.

Li gorî daxuyaniyê;

17 û 18’ê Hezîranê de gerîlayan li dijî dagirkerên li Girê Şehîd Bêrîvan û şehîd Adar çalakiyên sabotajê kirin.

Di vê çalakiyê de li ser hejmara kuştî û birîndarên dijmin agahiyên zelal nehatine girtin.

23’ê Hezîranê helîkopterên şer herêma Xantûrê bombebaran kirin.

Ji ber bombebaranê li herêmê şewat derket.

Piştî ku gerîlayan avêt helîkopterê, neçar ma ji qadê dûr bikeve.

22’ê Hezîranê gerîlayan di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Bager û Şehîd Ronya de li nêzî Qereqola Memişta ya dikeve devera Geliyê Doskî ya navçeya Gever a Colemêrgê çalakiyeke sabotajê kir.

Di encamê de, leşkerek hat kuştin û 2 kontra jî birîndar bûn.

Piştî çalakiyê artêşa tirk li qadê dest bi oparasyona dagirkirinê kir.

23’ê Hezîranê gerîlayan li dijî çeperên Qereqola Perîxan a Geverê çalakiyeke serdegirtinê kirine.

Di vê çalakiyê de yek jê fermandar bi giştî 3 leşker hatine kuştin û leşkerek jî birîndar bû.

Artêşa Tirk ya li pêşberî vê çalakiya bi taktîka gerîla ya nûjen kete nava tirsê ji bo medyaya xwe weke çalakiyeke tacizê nîşana daye.

Gerîla ketine çeper û sitargehên dagirkeran û li nava navenda wan li wan dane.

Back to top button