Li Minbicê du teqîn pêk hatin, endameke hêzên Ewlekariiya şehîd bû

Îro li Minbicê du teqîn pêk hatin. Di encama teqînan de endameke hêzên ewlekariya hundirin şehîd û du sivîl jî birindar bûn.

Teqîna yekemîn li nêzî çerxerêya şehîdan ku berê mayînek hatibê bicihkirin hate teqandin.

Di encamê de ti ziyanên canî çênebûn.

Piştî teqîna yekemîn bi çend kêliyan teqînek din rûda.

Di teqînê de, endama hêzên ewlekariya Hundirîn Zehra Berkel şehîd û 2 sivîl ji birîndar bûn.

Li gorî buroya çapemeniyê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê, rewşa birîndaran girane.

Meclisa Leşkerî ya Minbicê her wiha diyar kir ku teqîn bi destê MÎT’ a Tirk hatiye kirin.

Back to top button