Hêzên Hikûmetê herêmên Idlib û Hemayê ên çeteyan topbaran kirin

Şerê di navbera hêzên hikûmeta Şamê û çeteyên dewleta Tirk de li herêmên dagirkirî dewam dike. Vê sibê jî hêzên hikûmetê herêmên Idlibê û Hemayê bi çekên giran topbaran kir.

Li gorî Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku ragihand, Hêzên Hikûmeta Şamê bajarokên Filêfil, Kensefra, Sifûhin, Benîn û Elfetîra ya li çiyayê Zawiyê ên rojavayê Idlibê topbaran kirin.

Hat ragihandin di encama topbarana hêzên hilûmetê ya li Kensefra de jinek û zaroka wê birîndar bûn.

Her wiha li başûrê Idlibê jî şerê di navbera hêzên hikûmetê û çeteyan de berdewam dike.

Di heman demê de, hêzên hikûmetê herêmên çeteyên dewleta Tirk ên li Sehil El Xab yê li bakurê Hemayê topbaran kir.

Back to top button