Şîrovekarê siyasî Îlham El Milêcî derbarê şerê Xezayê yê di navbera Israîl û Hemasê de axivî.
Îlham El-Milêcî diyar kir ku bi fikir û felsefeya Neteweya Demokratîk ev şer û alozî dikare bi dawî bibe û got:
Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk bi her pênc parêznameyên wê yên Rêber Abdullah Ocalan, ji bo bidawîkirina şerê Îsraîl û Filistînê çareserî ye.
Her diçe şerê di navbera Israîl û Hemasê li Xezayê gur û mezin dibe.
Şîrovekarê siyasî yê Misirî û endamê Înisiyatîfa Erebî ya Azadiya Abdullah Ocalan Îlhamî El Milîcî şerê Îsraîl û Hemasê û rêbazên çareseriyê nirxandin.
Îlhamî El Milîcî got: “Ev şer dê berdewam bike ji ber ku Îsraîl li hemberî mafên rewa yên filistîniyan serhişkiyê dike.
Ji bo çareseriyeke mayînde di navbera Israîl û Filistîniyan de bi giştî, Îlham El-Milîcî îşaret bi fikir û felsefeya Rêber Abdullah Ocalan kir û got:
Îlham El-Milîcî: Projeya Ocalan ji bo şerê Israîl û Filistînê çareserî ye
Bi nêrîna min, çareseriya herî guncaw, Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a ronakbîr Abdullah Ocalan e.
Çareseriya aştiyane û demokratîk li ser bingeha edaletê û demokrasiyê di vê projeyê de nixumandî ye.
Ev proje, mafên çandî, civakî û demokratîk ên pêkhateyan û baweriyan dabîn dike.
Ji ber wê çareseriya herî guncaw a bi dawîkirina şerê Îsraîl û Filistînê ye.”
Di şerê li Xezayê de 81 kesên din mirin û 93 kes jî birîndar bûn