Dewletên garantor Rûsya,Tirkiyê û Îran li hev civiyan

Dewletên qaşo garantor, ji bo parçekirina Sûrî îro careke din bi rêya înternetê civiyan. Her sê aliyan civînên Astanayê weke çareserî dan pêş. Êş û azarên gelên Sûriyê bi şêweyekî cidî nehatin ser zimanan.

Tenê parvekirina serweriyê li Sûriyê ji gotinên her sê aliyan hat fêmkirin. Her wiha dev avêtin Amerîka û nerazîbûna xwe ji hebûna wê li Sûriyê re nîşan dan.

Aloziya Sûriyê her ku diçe ji berê xerabtir dibe.

Hêzên herêmî û navdewletî li şûna ku çareseriyekê ji gelê Sûriyê re bibînin, di nava rikberiyên li ser xêr û bêrên wê ne.

Bi taybet Rûsya, Tirkiyê û Îran ku qaşo garantorên kêmkirina şer li Sûriyê ne, lê belê tenê li herêmên li jêr kontrola wan şer û kuştin hene.

Mînaka herî nêz û balkêş jî Idlib e.

Îro careke din hersê alî bi rêya toreyeke înternetê li hev civiyan.

Pûtîn: Cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê ne rewa ne

Serokê Rûsya Velademîr Pûtîn di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser cezayên aborî yên qanûna Qeyser.

Pûtîn diyar kir ku cezayên aborî li dijî hikûmeta Şamê nerewa ne û wiha got:

Pêwîst e wek dewletên garantor destekê bidin gelê Sûriyê û ewlehiya aborî û siyasî vegerînin.

Axaftina Pûtîn û rastiya li ser erdê berevajî hev in ku Tirkiyê bi saya cezayên Qeyser lîreya Tirkî li herêmên dagirkirî fermî kiriye.

Pûtîn: hêjî terorîst li idlibê û deverên din ên sûriyê hene

Ji aliyekî din ve Pûtîn bal kişand ser şerê li Idlibê û ji Erdogan û Rûhanî wiha got;

Hêjî teror li Idlibê û hinek deverên din ên Sûriyê bi dawî nebûye.

Gotina Pûtîn ji bo Erdogan re weke teqemeniyekê bû ku ji milekî ve rewatiyê dide êrîşên hêzên hikûmeta Şamê li ser Idlibê.

Û ji aliyekî din Tirkiyê bi terorê şantaj dike da ku tawîzên din di dema pêş de jê bigire.

Civînên Astanayê ji aloziya Sûrî re esas hat girtin

Di civînê de her sê aliyan civînên astanayê ji bo çareseriya aloziya Sûrî esas dîtin.

Tê zanîn ku heta niha 14 ger ji Astanayê hatine lidarxistin.

Di gerên Astanayê de Tirkiyê herêmên li jêr kontrola çeteyên xwe radestî hêzên hikûmeta Şamê kirin.

Naskirina Amerîka ji serweriya Îsraîlê li ser Colanê hat şermezarkirin

Her sê aliyan bi daxuyaniyeke hevbeş naskirina Amerîka ji serweriya Îsraîlê li ser herêma Colanê re şermezar kirin.

Lê balkêş e, Rûsya û Tirkiyê ji aliyekî ve Îsraîlê şermezar dikin û ji aliyekî din ve jî têkiliyên xwe yên aborî pê re xurt û zêde dikin.

Hesen Rûhanî: Divê hêzên Amerîkî rasterast ji Sûriyê derkevin

Serokê Îranê di civînê de dev avêt Amerîka û wiha dewam kir;

Hebûna Amerîka li Sûriyê ne rewa ye.

Pêwîst e hêzên Amerîkî rasterast ji Sûriyê derkevin.

Back to top button