Li Dêrazorê plana çaksazkirina stasyonên avê

Desteya Rêveberiya Herêmî û Şaredariyan a kantona Dêrazorê ji bo çaksazkirina tevahî stasyonên avê yên rojavayê Dêrazorê dixebite.
Li kêlek wê boriyên torên avê bi hin boriyên fireh diguhere.

Bi armanca peydakirina ava vexwarinê ji bo tevahî şêniyan desteyê torên ava vexwarinê yên rojavayê Dêrazorê guhertin.

Derbarê planên pêşerojê de serokê yekîneyên avê yên rojavayê Dêrazorê Hesen El Şemel axivî û got:

“Desteyê gelek stasyon mîna stasyona Hesan û stasyona gundê Hewayêc Bomesa çaksaz kir.

Di çaksazkirinê de qûma fîlteran hat guhartin û klor hat zêdekirin da ku av bê paqijkirin, her wiha dînamo jî hatin guhartin.

Di dema bê de em ê projeyên din pêk bînin.

Wek temamkirina stasyonên Hesan, Cenînê û Mihêmîde.

Her wiha em ê stasyona Dêro, Hewayêc Ziyab, Hermûşiyê, Boşems û Cezret El Bohemîd bi giştî temam bikin.”

Hesen El Şemel diyar kir ku ev gav bi armanca pêşxistina rewşa avê li herêmê ne ku di dema bê de stasyonên nû dê bên avakirin da ku pêdiviyên şêniyan bên peydakirin.

Back to top button