Rapora NY’ê ya li ser Sûriyeyê girîng e, lê kêm e

Neteweyên Yekbûyî NY di 11’ê Adarê de li ser Sûriyeyê raporek ji 26 rûpelan pêk weşand.
Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm li ser mijarê axivî û got: “Tespîtên li rapora NY’yê girîng in, lê belê ji aliyê bicihanîna wan ve kêmasiyên mezin hene.”

Ji Komîteya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser a Demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Xalid Îbrahîm têkildarî rapora Neteweyên Yekbûyî (NY) a li ser Sûriyeyê ku ji 26 rûpelan pêk tê û 11’ê Adarê hate eşkerekirin, axivî.

Xalid Îbrahîm anî ziman ku mîna di raporê de hate ragihandin, li vê xakê komkujî, koçberî, talan û krîza aboriyê dewam dike û got:

“Her sal ji aliyê parêzvanên mafên mirovan ve raporên bi heman rengî têne weşandin.

Mirov dikare hinekî din bi rengekî pozîtîf li vê raporê binihêrin.

Di raporê de hin tespîtên rast hene erîniye lê hindek xal kêm mane.

Bi taybetî gelekî girîng e ku hatiye destnîşankirin ku dewleta Tirk êrîşî binesaziya herêmê dike.

Dewleta Tirk li ser ewlekariya herêmê gefeke, dibe sedema krîz û kaosê û sûcên şer dike.”

Xalid Îbrahîm: Divê raporên bi vî rengî xwedî encamên şênber bin

Xalid Îbrahîm diyar kir ku divê komîsyonê serbi xwe ji bo tespîtkirina sûcên dewleta Tirk a li herêmê bê ava kirin û wiha domand:

“Me berê jî gotibû; divê komîsyonên taybet ên navneteweyî bêne avakirin û ev komîsyon bêne herêmê û çavdêriyê bikin.

Her wiha gelek saziyên navneteweyî û saziyên ji herêmê hatin, bi çavên xwe encama siyaseta talanê ya dewleta Tirk dîtin.

Tevî ku di raporê de tespîtên li ser sûcên dewleta Tirk hebin jî li ser darizandina dewleta Tirk a ji ber van sûcan tiştek nîne.

Têrê nake ku tenê di raporê de bê destnîşankirin.

Em dibêjin, divê raporên bi vî rengî xwedî encamên şênber bin.”

Xalid Îbrahîm: Bi civak û saziyên navneteweyî re karên me hene

Xalid Îbrahîm ragihand ku sûcên dewleta Tirk ji xwe ji aliyê her kesî ve tê dîtin û zanîn û got;

“Bi taybetî sûcên şer ên li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û tevahiya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji aliyê her kesî ve tê dîtin.

Di vê mijarê de em timî di nava hewldanan de ne.

Bi civak û saziyên navneteweyî re karên me hene.

Hewldana me beriya her tiştî ji bo rawestandina vî şerê li dijî gelê me ye.

Piştre jî hesabpirsîna ji sûcdarên şer û li dijî mirovahiyê ye.”

Bedran Çiya Kurd: Rapora NY’ê hesab ji sûcdarên şer naxwaze

Back to top button