Kadar Pîrê: Divê Kurd xetereya vê pêvajoyê nas bikin yan jî dê bibin şirîkê dagirkeran

Gerînendeyê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê destnîşan kir ku divê Kurd xetereya vê pêvajoyê û planên 100 salên bê nas bikin û got: “Dijmin dixwazin guherînê çêkin û heke Kurd hişyar nebin dê bibin şirîkên dewleta Tirk a dagirker.”

Rêveberê Rêxistina Kurdên Sînornenas Kadar Pîrê îhtîmala beşdariya Iraq û PDK’ê di êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Herêmên Parastina Medyayê de nirxand.

Kadar Pîrê bi bîr xist ku Iraq û PDK berê li hember kiryarên dewleta Tirk bê deng bûn, lê belê niha şert û merc ji bo wê amade dikin.

Kadar Pîrê: Îran û Tirkî bi yek armancê dixwazin kurdan tune bikin

Kadar Pîrê di nerîna xwe de diyar kir ku PDK’ê û Iraq di êrîşa dewleta Tirk de hevkarin û wiha got:

“Vê carê, Îranê jî êrişên xwe li dijî Başûr zêde kirin.

Baregehên pêşmergeyan yan jî baregehên ku îdia kirin yên hêzên Amerîkayê ne, bi rêya komên xwe kirin hedef.

Ji vir diyar dibe ku lihevkirineke din heye.”

Pîrê diyar kir ku Îranê Iraq bi temamî kontrol kiriye ji bilî çend herêman li Başûrê Kurdistanê û plan dike ku bi Tirkî re hevkariyê bike ji bo ku rasterast Başûr tune bike.

Bi nêrîna Pîrê, Tirkiye û Îran di tunekirina Kurdan yan jî Iraqa federal de li hev kirine û ev armanca her duyan e.

Kadar Pîrê: Divê Kurd li dijî van pirojeyên qirêj hişyar bin

Kadar Pîrê destnîşan kir ku divê Kurd xetereya vê pêvajoyê û planên 100 salên bê nas bikin û got:

“Dijmin dixwazin guherînê çêkin û heke Kurd hişyar nebin dê bibin şirîkên dewleta Tirk a dagirker.”

Her wiha Kadar Pîrê destnîşan kir ku Erdogan dixwaze êrişan bi kar bîne ji bo ku di hilbijartinan bi ser keve.

Li gorî Pîrê, PKK’ê bi siyasetên xwe û çalakiyên xwe ne tenê parastina kurdan dike lê belê parastina Başûrê Kurdistanê û Iraqê jî dike.

Kadar Pîrê: Tirkî li benda lihevkirina navneteweyî ye ji bo êrîş bike

Têkildarî gefên rayedarên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî, jî Pîrê got:

“Ne dûr e Tirkî êriş herêma Bakur û Rojhilatê Sûrî yan jî Başûrê Kurdistanê yan jî Herêmên Parastinê yên Medyayê bike.

Lê niha li benda şert û mercên guncew û lihevkirina hêzên navneteweyî ye ji bo ku dest bi vê êrişê bike.”

Li dijî planên dagirkeriyê Partiyên Kurdistanî lezgîn civiyan

Back to top button