Takor Zerdeşt: Dijmin bi hemû hêza xwe gihiştiye asta hovîtiyê

Çalakvanê siyasî Takor Zerdeşt li ser giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan axivî û got: “Azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsa Kurd biheve girêdaye.
Ger em hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo nekin yek, wê ev rewş sibe bibe şermezariyek mezin ji bo her kesî û her Kurdekî.”

Zêdetirî sê salin tecrîdek giran li ser Rêber Apo tê meşandin û bi ti awayî agahî jê nayê girtin.

Dewleta Tirk di kesayeta Rêber Apo de tevayî gelê Kurd tecrîd dike.

Çalakvanê siyasî Takor Zerdeşt di derbarê giringiya azadiya fîzîkî ya Rêber Ocalan a ji bo çareseriya doza gelê Kurd de axivî.

Di destpêkê de Takor Zerdeşt behsa êrişên dagirkeriya dewleta Tirk a dagirker û xeta xiyanetê ya li ser gelê Kurd kir û got:

“Dijmin bi hemû hêza xwe gihiştiye asta hovîtiyê.

Xeta xiyanetê jî bûye hevkarê dijmin.

Sîstem û partî di lûtkeyê de xiyanetê dikin, bêy ku şerm ji dîroka Kurdan bikin.”

Takor Zerdeşt: Divê em hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo bikin yek

Di dewama axaftina xwe de Takor Zerdeşt anî ziman ku ev 3 salin bi tu awayî agahî ji Rêber Apo nayê girtin û got:

“Ger em hêza xwe ji bo azadiya Rêber Apo nekin yek, wê ev rewş sibe bibe şermezariyek mezin ji bo her kesî û her Kurdekî.

Divê ji beriya her tiştî pêngavên xwe ji bo azadiya Rêber Apo yek bikin.”

Takor Zerdeşt: Azadiya Rêber Ocalan û çareseriya pirsa Kurd biheve girêdayîye

Zerdeşt diyar kir ku azadiya Rêber Apo û pirsa çareseriya doza gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn biheve girêdaye û nirxandina xwe wiha bidawî kir:

“Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo û çareseriya pirsa kurd bi hev re girêdayî ye, wê bi azadiya Rêber Apo wê gelên Rojhilata Navîn jî azad bibin.

Rêber Apo 30 hezar rûpelên dîroka nenivîsandî nivîsiye.

Fikrên Rêber Apo ji bo azadiya gelan û baweriyek demokrat bi xwe vê rastiyê nîşan dide.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e

Back to top button