Vegera ji bo Şengala aram dewam dike

Tevî astengiyan jî koçberên Êzidî li ser bangawaziya Rêveberiya Xweser a Şengalê û Hikûmeta Federal a Iraqê vedigerin ser cih û warê xwe.

Ji nûve avakirina Sîba Şêx Xidir pêşî li vegera koçberan vekir, du malbatên din yên Êzidî piştî 9 salan vegeriyan Sîba Şêx Xidir.

Rêveberiya Xweser a Demokratîk ya Şengalê û Şaredariyên Gel, ji bo ji nûve avakirina Şengalê di nava liv û tevgerê de ne.

Bi taybet jî şaredariyên herêma Qibletê ya Şengalê ji bo koçber vegerin ser malên xwe, hemû derfetên xwe seferber kirine.

Di vê çarçoveyê de îsal gelek malbat vegeriyan Sîba Şêx Xidir û jiyan careke din li Sîbayê vegeriya.

Li gorî agahiyên peyamnêrên Sîba Şêx Xidir di nava hefteyekî de çend malbatên din vegeriyane Sîba Şêx Xidir.

Herî dawî duh du malbatên din vegeriyane ser cih û warê xwe.

Li gorî Wezareta Koç û Koçberan ya Iraqê jî di van demên dawiyê de bi hezaran Êzidî vegeriyane ser cih û warê xwe.

Back to top button