Şaredariyên Rojava û Swêdê ji bo hevkariyê li hev kir

Şaredariyên Rojava û Swêdê xebatên şaredariyê yên li Rojava nirxandin û ji bo hevkariyê li hev kir.

Şaredariyên Rojava û Swêdê cara duyemîn li ser qada dîjîtal li hev civiyan.

Civîna pêşîn di meha çileyê de pêk hatibû û şaredariyên Swêdê yên ji Partiya Çep derbarê xebatên xwe agahî dabûn şaredariyên Rojava.

Di 2’ê adarê de jî şaredariyên Rojava derbarê xebatên xwe şaredariyên Swêdê agahdar kirin.

Bêrîvan Omer ku li ser navê şaredariya Qamişlo Rojava tevlî civînê bibû, diyar kir ku Hesekê û Qamişlo di bin kontrola hêzên Kurdan de ye û derbarê xebat û pergala şaredariyan agahî da.

Bêrîvan Omer bal kişand ku jin di şaredariyan de hêza sereke ne.

Ji Swêdê jî, Berdevkê Polîtîkaya Derve Hakan Svennellîg û Serokê Koma Şaredariyên Goteborgê Danîel Bernmar diyar kir ku ew ê şaredariyên Rojava vexwînin şaredariyên li Swêdê.

Şaredariyên ji Rojava jî diyar kirin ew dixwazin şaredarên li Swêdê werin Rojava bibînin.

Back to top button