Civaka Îslamî ya Kurdistanê CÎK’ê derbare êrişa nijadperestî ya li dijî malbatên li Newrozê vedigeriyan axivî û got: “Em bang li Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan dikin ku li ber êrişên Tûranîst komkujî, nijadperest ên dewleta Tirk rawestin.”
CÎK’ê di daxuyaniya xwe de ragihand ku dewleta Tirk a dagiker ola Îslamê û Misilmantiyê ji bo kuştina Kurdan bi kar tîne û wiha anî ziman:
“Divê gelê me xwe ji vê dewletê, saziyên wê û civatên wê biparêze.
Di meha Remezanê de ku meha herî pîroz û bi rehm a ola Îslamê ye , dewleta tirk ji bo kuştina kurdan sorkirina gelan cihê herî pîroz mirzgeftan bikartîne ev yek gunehê herî mezin e.”
CÎK’ê herî dawî bang li hemû Misilmanên durust û her kesên xwedî wijdan kir ku li himber van êrişên Tûranîst, komkujî, nijadperest û faşîst rabin û got:
“Li dijî van êrişên nijadperestî divê gelê me bibe yek.
Bêyî ku bikeve nava provokasyonan em li hemberî vê nijadperestiya tarî û tund li ser zemîna hiqûqî û siyasî têbikoşin.”