Egîd Girê Spî: Armanca êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e

Ji fermandarên QSD’ê yê li eniyên Eyn Îsayê Egîd Girê Spî anî ziman ku armanca van êrişan têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e. 

Egîd Girê Spî diyar kir ku dewleta Tirk rojane gundên nêzî rêya navneteweyî û erebeyên sivîlan ên di rê re derbas dibin, topbaran dike û ziyan dighêje mal û milkên sivîlan.

Egîd Girê Spî anî ziman ku armanca êrişan dagirkirina herêmê, koçberkirina şêniyan, têkbirina armanî û ewlehiya li herêmê û têkbirina projeya Rêveberiya Xweser e.

Egîd Girê Spî piştrast kir ku ew ê parastina xak û gel bikin û li hember hemû hewldanên artêşa Tirk bisekine û di çarçoveya parastina mafê rewa de dê bersiva êrişan bidin.

Back to top button