Artêşa Tirk û çeteyên wê gundekî Eyn Îsayê topbaran kir, di encam de 2 zarok birîndar bûn.
Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê gundê Xirbêt El-Bêda yê rojhilatê navçeya Eyn Îsa topbaran kir.
Di encamê de 2 zarokên bi navê Mihemed Xelîl El-Hesan, Eymen Hesen El-Hesan yên 12 salî birîndar bûn.
Her du zarok niha li Nexweşxaneya Omer Elûş a li Eyn Îsa tên dermankirin.
Heta amadekirina vê nûçeyê artêşa dagirker rawestgeha Seqir, rêya M4, kampa Eyn Îsa û gundê Mielek yên navçeyê topbaran dikir.