Li Minbicê qezayeke trafîkê: 11 kesan jiyana xwe ji dest da û birîndar bûn

Îro danê Sibeha, li ser rêya di navbera Kobanê û Minbicê Rojhilatî Xeta El heyê de qezayeke tirafîkê pêk hat.
Di encamê de 5 kesan jiyana xwe ji dest da û 6 jî birîndar bûne.

Li gorî agahiyên nûçegihanê me, mîkrobasek ku têde 11 kes têde bûn û barhilgirek ji ber mij û leza zêde li hev qelibîn.

Nûçegihanê me ragihand ku di encamê vê qezayê de kesên bi navê Mihemed Ismaîl Hebeş, Zehîde Miqdad, Şahîn Mistefa Elî, Sultana Xelîl Sîdo û keçikek ku navê wê nehate zanîn ku xelkên ji Efrînê ne jiyana xwe ji dest dan.

Her wiha kesên bi navê Mihemed Elî Ibrahîm, Xedîca Mihemed, Cîlan Mele Elî, Fatima Hesen Beşar, Ayda Hemo û zaroka 20 rojî bi navê Mihemed Reşwan birîndarin li neşxaneya El Şîfa ya Mibinê tên dermankirin.

Yek ji bîrîndaran ji televîzyona me re ragihand ku qeza ji ber mijê çêbûye.

Back to top button