HPG’ê 2 gerîlayên ku li Amanosê şehîd bûn, bi rêzdarî bi bîr anî û got:: “Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî li hember êrişa dijmin berxwedan û xeta fedaîtiyê ya dîrokî careke din îspat kirin.”
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê nasnameya 2 gerîlayên şehîd eşkere kir.
HPG’ê têkîldarî şehîdadeta herdû gerîlayan ev agahî parverkir:
“27’ê Adara 2018’an de li herêma Samandagî ya Hatayê di navbera hevalên me û leşkerên dijmin de pevçûnek dijwar qewimîn.
Hevrêyên me Demhat û Andok di vê pevçûnê de derbên giran li dijmin xistin, bi fedayî şer kirin û şehîd bûn.”
HPG’ê di dewamiyê de balkişand ser têkoşeriya şehîdan û wiha got:
“Hevrêyên me Demhat û Andok li dijî êrîşên qirkirinê yên li ser gelê me, berê xwe dane nav refên gerîla.
Ji Herêmên Parastinê yên Medyayê ber bi Şengalê û ji wir jî heta Amanosê di rêyên hêviyê de bi hev re meşiyan.
Bi yekîtiya bêhempa ya hevrêtiya Apoyî li hember êrişa dijmin berxwedan û xeta fedaîtiyê ya dîrokî careke din îspat kirin.”
Di dawî de HPG’ê ji malbatên hêja yên şehîdan û tevahî gelê Kurdistanê yê welatparêz re sersaxî xwest.
Li gorî daxuyaniyê nasnameya gerîlayên şehîd wiha ne:
Nasnav: Demhat Rêzan
Nav û paşnav: Îsmaîl Ozdemîr
Cihê jidayikbûnê: Şirnex
Navê dayikê: Fatim
Navê bav: Osman
Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018 / Amanos
Nasnav: Andok Bagok
Nav û paşnav: Delîl Goktaş
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dayikê: Zeynê
Navê bav: Îbrahîm
Dem û cihê şehadetê: 27 Adar 2018 / Amanos