Li Kobanê Roja Şanoyê ya Cîhanî hat pîroz kirin

Bi boneya Roja Şanoyê ya Cîhanî û ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol li Bakur û Rojhilatê Sûriyê çalakiyên bîranînê hatin li dar xistin.
Li Kobanê, Şehba û Qamişlo Şehîd Yekta Herkol bi senevîzyon û pêşkêşkirina şanoyan hat bibîranîn.

27’ê Adarê Roja Şanoyê ya Cîhanî…

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê her sal bi boneya rojê û ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol çalakî tên li dar xistin.

Îro li gelek navendên herêmê çalakî pêk hatin.

li navenda çand û hunera baqî Xido ya Kobanê şanogeran Şehîd Yekta Herekol bibîranîn.

Çalakî bi şahiyekê di nav kolanan de dest pê kir.

Bi sedan şêniyên Kobanê amade bûn.

Despêkê Senevizyonek li ser jiayna Şehîd Yekta Herekol hat nîşandan.

Piştre Şanoya bi navê “Hêviyek da” hat pêşkêşkirin.

Koma şano a şehîd Yekta jî şanoyek bi navê “Întîhakat-Binpêkirin” nîşan da.

Dawiyê Komîna şanoyê ya Kantona Firatê şanoger xilat kirin.

Şehba-Bi çalakiyekê şehîd Yekta Herekol hat bibîranîn

Bi Heman boneyê Li navenda Çand û Hunerê ya Çiyayê Kurmênc a li navçeya Ehdasê jî, çalakiyek hat li dar xistin.

Li vir jî Senevizyonek li ser jiayna Şehîd Yekta Herekol hat nîşandan.

Bi sedan şêniyên navçeyê li Şanoya “Çeper” temaşe kirin.

Qamişlo-Ji bo bîranîna şehîd Yekta Herekol şano hatin pêşkêş kirin

Ev der jî navenda çand û hunerê ya mihemed Şêxo a bajarê Qamişlo ye.

Li vir jî bi boneya rojê çalakiyek pêk hat.

Di çalakiyê de li ser navê Tev-Çandê û Komîna şanoyê axavtin hatin kirin û şehîd Yekta Herekol bi rêzdarî hat bibîranîn.

Her weha senevîzyonek li ser jiyana Şehîd Yekta Herekol hat nîşandan û 2 şano hatin pêşkêş kirin.

Şanoger Şehîd Yekta Herekol 27’ê Adara 2004’an li dijî komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan li Meydana Saadallah El-Cabirî ya li Helebê agir bi canê xwe xist.

Back to top button