Amûdê-Di Hefteya Lehengiyê de şehîd hatin bibîranîn

Bi boneya Hefteya Lehengiyê, Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê ji bo bîranîna şehîdan merasîmek li dar xist.
Di merasîmê de endam û rêveberên Meclisê axivîn û diyar kirin ku ewê li pey şopa Mazlûm, Kemal û Xeyrî bin.

Bi boneya Hefteya lehengiyê merasîmên bîranînê pêk tên.

Bi vê armancê, Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan li avahiya PYD’ê ya Amûdê, 24 şehîd bi merasîmekê bi bîr anîn.

Endam, rêveberên Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan û şêniyên Amûdê di bîranînê de amade bûn.

Di merasîmê de endamê Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Abdulbaqî Elî Dawî axivî û got:

“PKK partiya şehîdan e, lewma şehîdên me ji bo azadiya gelê xwe bê teredut jiyana xwe feda kir.

Lazim e ji her demê bêhtir em li pey şopa Mazlûm, Kemal û Xeyrî bin.”

Hevserokê Meclisa Saziya Malbatên Şehîdan Zîwer Elî jî diyar kir ku bi pêşengiya Rêber Abdullah Ocalan rastiya Mazlûm, Kemal û Xeyriyan hatiye afirandin.

Zîwer Elî bal kişand ser Hefteya Lehengiyê û ev tişt anî ziman:

“Rêber Apo li dijî pergala ku di nava gelên herêmê de tirs dabû avakirin, têkoşiya.

Ew tirsa li ser hemû gelên herêmê şikand û hemû polîtîkayên sîstemên dagirker pûç kirin.

Lewma gelek lehengên vî gelî, di vê rêyê de canê xwe bi qehremanî feda kir.

Em bi rêzdarî wan bi bîr tînin û em li beramberî Rêber Apo û şehîdan soza xwe dubare dikin.”

Piştî axaftinan derbarê Hefteya Lehengiyê, nirxandinên Rêber Abdullah Ocalan û pêşengên PKK’ê sînevîzyonek hate nîşandan.

Back to top button