Însiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûriyê bi CPT re hevdîtinek pêk anî

Şandeyek ji insiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûriyê bi CPT re hevdîtinek pêk anî û piştî hevdîtinê, şandeyê li pêşiya avahiya CPT daxûyaniyek da.

Îro li bajarê Strasburg ê Fransa şandeyek ji insiyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi Komîteya Astengkirina Îşkenceyê CPT re hevdîtinek pêk anî.

Di Şandeyê de berdevkê Însîyatîfê Ferzende Munzur, hevberdevka Însîyatîfa Parezerên Azadiya Rêber Apo ya Sûriyê Xanim Ayo û nûnerê HDP’ê ya Konseya Ewropa Fayik Yagiz cih girtin.

Piştî hevdîtinê, berdevkên Însîyatîfê li pêşiya avahiya CPT daxûyaniyek dan.

Li ser navê Însîyatîfa Azadiya Rêber Apo ya Sûriyê Ferzende Munzur anî ziman ku;

2 milyon û 646 hezar û 211 îmzayên gelên Sûriyê ku daxwaza azadiya Rêber Apo kirin e, radestî CPT’ê kirine.

Her wiha daxwaza demildest a çûyina malbat û parêzeran li gel Rêber Apo jî anîne ziman.

Ferzende Munzur diyar kir ku rayedarên CPT’ê jî destnîşan kirine ku rewşa Îmraliyê dişopînin û wê daxwazên şandeyê ragihîhin cihên alaqadar.

CPT’ê diyar kiriye ku di derbarê Îmraliyê de raporek amadekirine, lê heya ku dewletên alaqadar erê nekin, nikarin wê raporê ji raya giştî re parve bikin.

Back to top button