Mihemed Hebeş ê Efrînî piştî ku tê dersînorkirin, li Ezazê tê revandin

Piştî ku têne dersînorkirin, ji aliyê çeteyan ve têne revandin û êdî aqûbeta wan nema tê zanîn.
Du Efrîniyên din jî, ji aliyê çeteyan ve hatin revandin.

Tora Çalakvanên Efrînê diyar kir ku desthilata Tirkiyê beriya hefteyekê welatiyek Kurd bi rêya deriyê Bab El-Selama dersînorî Ezazê kir.

Torê da zanîn welatiyê ku hatiye dersînorkirin navê wî Mihemed Hebeş 40 salî ye û ji xelkê Bablêt ya navenda Efrînê ye.

Li gorî Torê, piştî Hebeş hatiye dersînorkirin ji aliyê çeteyên dewleta Tirk yên li Ezazê ve tê revandin.

Çeteyan piştî çend rojan bi hinceta ku Mihemed Hebeş bighînin cihê wî ji malbata wî fidye xwestine.

Çeteyan Remedan Elî li Efrînê revandin

Li aliyekî din jî Istîxbarata dewleta Tirk welatiyê bi navê Remedan Elî ji xelkê Eşrefiyê ya Efrînê revandin.

Efrîn POST da xuyakirin Remedan Elî ji ber ku mal û milkên cîranê xwe yê Kurd bi rêve dibir, hatiye revandin.

Back to top button