HPG: Li Bzaîda Agirî leşkerekî dewleta Tirk hate kuştin

Gerîla HPG’ê li Bazîdê çalakiyek li dijî dewleta Tirk a dagirker li darxist û leşkerek hate kuştin.

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê li ser mijarê daxuyaniyek nivîskî weşand û ev agahî parvekir:

18’ê Adarê gerîlayan li navçeya Bazîdê li dijî leşkerên dewleta Tirk yên li ser girê qereqola Serêkaniyê çalakiya sekvaniyê pêk anîn.

Di çalakiyê de fermandarekî dewleta tirk hate kuştin.

HPG’ê diyar kir ku yekîneyên wan yên ku çalakî pêk anîne bi rengekî serkeftî vegeriya baregeha xwe.

Back to top button