Li Bakur û Rojhilatê Sûrî 9 navendên Tenduristiyê hat vekirin

Ji bo vîrûsa Corona derbasî herêmê nebe, Rêveberiya Xweser bi hemû hêza ketiye nava tevgerê. Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî destpêkê li herêmê 9 nuqteyên tenduristiyê amade kirin. Her wiha pêngavên pajiqkirinê jî li seranserî herêmê dewam dike.

Ji bo pêşîlêgirtina belavbûna vîrûsa Coronayê Rêveberiya Xweser û şaneya aloziyê gelek tevdît girtin.

Ji wan jî Rêveberiyê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 9 nuqteyên tenduristiyê amade kirin.

Navendên tenduristiyê li herêmên Cizîrê, Kobanê, Reqa, Tebqa, Minbic û Dêrazor vekirine.

Ev navend dûrî herêmên şênî lê dimîn û niha hemû alavên destpêkê lê peyda dibin.

Desteya Tenduristiyê li bajar û navçeyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tîmên hawarxwestinê jî ava kirin.

Tîm ji ambulans, kadroyên tenduristiyê pêk tê.

Bijîşk Mesûd Îbrahîm li navenda tenduristiyê ya li gundê Um El-Fursan ê Qamişlo anî ziman ku navend ji 3 ode, 7 text, 7 bijîşk û hemşîreyên perwerdekirî pêk tê.

Pêngavên paqijkirinê li seranserî Herêmê dewam dike

Her wiha li seranserî herêmên bakur û rojhilatê Sûrî pêngavên paqijkirinê dewam dikin.

Li Minbicê jî ji bo pêşîlêgirtina vîrûsê Komîteya Tenduristiyê ev pêngav dabû destpêkirin û heta niha pêngav dewam dike.

Hêjayî bîrxistinê ye ku Desteya Tenduristiyê a Bakur û Rojhilatê Sûriyê piştrast kiribû ku heta niha li herêmê tu kes bi vîrusê neketiye.

Her wiha bang li şêniyan kir ku li xwe hişyar bin.

Kadroyên tenduristiyê jî rojane perspektîfan ji şaneya aloziyê û Desteya Tenduristiyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê werdigirin.

Back to top button