​​​​​​​Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê êrişên dewleta Tirk şermezar kirin

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê şaxê Helebê ji bo şermezarkirina gefên dewleta Tirk ên li dijî herêmê çalakiyek li dar xist. Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê got:
“Heta ku dagirkerî ji Sûriyê were derxistin û Sûriya demokratîk bibe, ew ê tekoşina xwe dewam bikin.”…
Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya xeta Muh-terêq û Firatê ya Minbicê jî gefên dewleta Tirk a dagirker bi daxuyaniyekê şermezar kir..

Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê ya şaxê Helebê bi armanca şermezarkirina gef û êrişên dewleta Tirk yên li dijî herêmê bi çalakiyek li dar xist.

Jin li pêşiya navenda meclisê ya li taxa Şêxmeqsûd kom bûn û berdavka Meclisa Jinan a Partiya Sûriya Pêşerojê Xalîde Ebdo daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku ji ber jin roleke pêşeng di rizgarkirina herêmê de lîst dewleta Tirk a dagirker dixwaze tola xwe ji rêveberiya jinan hilîne û rewşa aram ya li herêmê têk bibe.

Meclisa Jinan ji hêzên garantor xwestin ku erkên xwe li hemberî gel pêk bînin û qada hewayî ya herêmê li dijî balafirên dewleta Tirk bigirin.

Her wiha bang li civata navneteweyî û Neteweyên Yekbûyî (NY) jî hat kirin ku rê li pêşiya sûcên hovane yên dewleta Tirk bigrin.

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya Minbicê êriş şermezar kir

Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê ya xeta Muhterêq û Firatê ya Minbicê jî gefên dewleta Tirk a dagirker li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi daxuyaniyekê şermezar kir..

Meclisê di daxuyaniya xwe de balkişand ser felcbûna hêzên navnetewî di çareserkirina aloziya Sûriyê de û got:

“Civata navneteweyî bêçare ye. Ji ber wê Sûrî azarên aborî û tenduristî dikişînin.

Bêdengiya navneteweyî derfet li pêşiya dewletên dagirker û mêtinger û bi taybet deweleta Tirk vekir ku destwerdanê li Sûriyê bikin.

Dewleta Tirk bi destekdayîna çeteyên DAIŞ’ê û hin komên çete ku di destê wê de alav in, hewl dide ku ewlehî, aramî û projeya neteweya demokratîk derb bike.”

Meclisê di daxuyaniya xwe de îşaret bi êrişên bi balafirên bêmirov ên demên dawî li dijî bakurê û rojhilatê Sûriyê jî kir ku wiha bi dawî kir:

“Êriş û gefên dewleta Tirk berxwedan û vîna me têk nabe, lê belê israra me ya di şopandina rêya şehîdan û nexşekirina pêşeroja Sûriyê de, xurtir dike”

Back to top button