Li Reqa dijî xaleke QSDd’ê êrişeke terorî pêk hat

Îro li bajarê Reqayê êrişeke terorî dijî nivîsgeha rêveberî ya meclisa Leşkerî pêk hat.
QSD’ê aşkera kir ku 2 nobedarên nivîsgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê di êrişê de şehîd bûne.
Her wiha da zanîn ku li gorî lêgerîn û lêpirsînan şaneyên DAIŞ’ê li dû bûyerê ne.
Li dêrazorê jî 2 çete hatin kuştin û yek hat girtin.

Seatên nîvro li bajarê Reqa êrişek pêk hat.

Komeke çeteyan êrişî xaleke Hêzên Sûriya Demokratîk QSD’ê a li taxa Diriye ya bajarê Reqayê kir.

Têkildarî êrişê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) daxuyaniyek da.

Di êrişa li Reqayê de 2 şervan şehîd bûn

Hêzên QSD’ê di daxuyaniyê de ev agahî parve kirin:

“Demjimêr 12 û 30’ê nava rojê, li dijî nivîsgeha rêveberî ya Meclisa Leşkerî ya Reqayê ya li taxa Diriye a rojavayê bajêr ji aliyê komeke terorîstan ve êrişek pêk hat.

Di encamê de 2 nobedarên nivîsgehê şehîd bûn.”

QSD’ê diyar kir ku di xebatên lêgerînê de, çeteyek birîndar bû û hatiye girtin û yên din reviyan e.

Lê belê xebatên lêgerînê berdewam in.

QSD’ê aşkera kir ku li gorî delîl û lêpirsînên destpêkê, şaneyên DAIŞ’ê li dû êrişê ne.

Çeteyên DAIŞ’ê 26’ê Kanûna 2022’an jî êrişî vê nuqteya hêzên QSD’ê ya li kêleka Navenda Hêzên Asayişê kiribû.

Li Rojhilatê Dêra Zorê 2 çete hatin kuştin û yek jî hat girtin

Şevê din jî li Dêrezorê bi kemînekê şaneyeke terorîst ku dixwest mayînekê li ser rêya Dêrezorê bi cih bike hat têkbirin.

Bi berferehî hêzên QSD têkildarî bûyerê got:

15’ê Adarê wesayîteke leşkerî ya hêzên me rastî teqîna mayinekê hat û di encamê de 2 hevalên me birîndar bûn.

Piştre ji bo nasnkirina şaneya terorîst hêzên me lêkolîn dan destpêkirin û agahî kom kirin.

Li ser vê yekê 26’ê vê mehê, seat 9 êvarî hêzên me karîn 3 çeteyên ku dixwestin mayinekê li ser rêya sereke ya bajarokê El-Ziban biçînin, zefit bike.

Dema koma terorîst xwest bireve şervanên me bersiv da, di encam de 2 çete hatin kuştin û yek jî hat girtin.

QSD’ê hewldaneke reva ji Kampa Holê têk bir

Back to top button