Daxuyaniya Fermandariya QSD’ê

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrişên dagirkeriya Tirk daxuyaniyek da raya giştî.
Fermandariyê êriş weke tevgereke hovane binav kir û got; Heta niha 14 mirovên me di êrişan de şehîd bûne.
15 leşkerên Sûrî jî jiyana xwe ji dest dane.
QSD’ê hişyarî jî da dewleta Tirk û got: Divê were zanîn ku di dem û cihê guncav de, em ê bi bandor bersivê bidin êrişan.

Şevê din artêşa Tirk a dagirker ji Şehba heta Dêrikê, gelek deverên Rojava bombardiman kir.

Fermandariya Giştî ya QSD’ê têkildarî êrişên dagirkeriyê daxuyaniyek da û tê de got;

QSD’ê: Êrişên hovane ên artêşa Tirk dewam dikin

Dewleta Tirk a dagirker ev demek dirêj bû amadekariyên êrîşeke berfireh dikir.

Herî dawî provakasyona ku bi xwe li Stenbolê pêk anî bûn, kir hinceta êrişan.

Û bi armanca dagirkirinê, şeva 19’ê Mijdarê êrîşeke azmanî ya hovane pêk anî.

Herêmên Dêrik, Dirbêsiyê, Ebû Rasên, Kobanê, Til Rifat û Şehba bûn armanca van êrişan.

QSD’ê: Ji ber êrişan heta niha 14 mirov şehîd bûne

Di encamê li gundê Teqil Beqil ê girêdayî Dêrik komkujiyek mezin pêk hat.

Di êrişa pêşî de karmendek saziya elektrîkê şehîd bû.

Dema ku gel xwest biçe hewara birîndaran, balafirên şer ên artêşa dagirker careke din gelê sivîl kir armanc.

Di vê komkujiya hovane de 11 mirovên me ên sivîl şehîd bûn, 6 jî birîndar bûn.

Li herêma Dirbêsiyê jî 2 nobedarên embarên genim şehîd bûn.

Li xeta Ebû Rasen jî şervanek me ji ber êrişa dagirkeran şehîd bû.

Têkildarî rewşa bajarê Kobanê jî Fermandariya QSD’ê ev agahî parve kirin:

QSD’ê: 15 leşkerên Sûrî jiyana xwe ji dest dan

3 mirovên me birîndar bûne û zerareke mezin li mal û milkê sivîlan bû.

Fermandariyê diyar kir ku heta niha ji ber êrişên artêşa Tirk 15 leşkerên Sûrî jî jiyana xwe ji dest dane û got;

QSD’ê: Êrişên dewleta Tirk wê bê bersiv nemînin

Dewleta Tirk bi van êrîşan ve carek din rûyê xwe yê qirker û faşîst eşkere kir.

Eşkere ye ku armanca van êrişan hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûrî û Rojavayê Kurdistanê ne.

Weke QSD’ê heta niha çawa ku me herêm û gelê xwe ji êrîşên DAIŞ’ê û dewleta Tirk a dagirker parast, ji niha û şunde jî emê vê erka xwe bidomînin.

Divê were zanîn ku komkujiyên dewleta Tirk a dagirker wê bê bersiv nemînin.

Back to top button