Hêzên Rizgariya Efrînê ragihand ku di êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî koçberên Efrînê de, 5 şervanên wan şehîd bûne, 2 welatî jî birîndar bûne. HRE’ê soz da ku dê êrişên dagirkeriya Tirk bê bersiv nehêlin.
HRE’ê têkildarî êrişên hewayî yên dagirkeriya Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyanî da û got:
Dewleta Tirk a faşîst piştî dagirkirina Efrînê, li dijî gelê me yê koçber êrîşên xwe didomîne.
Doh derengiya şev li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên hewayî pêk anîn.
Til Rifet, Şera, gundê Bêlûniyê, Şêx Îsa, Minix, Şewarxa û gelek cihê gelê me yê koçber lê ne bûn hedef.
Di encama van êrîşan de, 5 şervanên me şehîd bûn û 2 welatî birîndar bûn.
Her weha gelek baregehên artêşa Sûriyê jî hatin hedefgirtin.
Zêdetirî 20 leşkerên rejîma Sûriyê hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn.
HRE’ê di dawiyê de eşkere kir ku ew ê êriş bê bersiv nemînin.