YPJ: Em ê li hember êrîşan serî netewînin

YPJ’ê têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek da û got: “Em ê bi çanda xwe ya berxwedêr ku li her deverê serkeftin bi dest xistine ve têbikoşin, serî netewînin û rejîma faşîst a AKP-MHP’ê têk bibin.

Fermandariya Giştî ya Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkildarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê daxuyaniyek nivîskî da.

YPJ’ê ji bo kesên di êrişan de şehîd bûne ji hemû gelê xwe re sersaxî ji birîndaran re şifaya lezgin xwest.

YPJ’ê destnîşan kir ku Erdoganê ku her çiqasî provokasyona li Stenbolê weke hinceta êrişê diyar kir jî lê her kes dizane ku amadekariya êrişên seranserê Rojava û Bakur û Rojhilatê berê de hatibû plan kirin û wiha domand:

“Rejima Fişist a Erdogan çawa ku bi destê xwe gelê xwe qetil kir, îro bi feraseta qirker êriş dike.

Lê divê faşizma AKP û MHP’ê bizanibe ku wê bi sernekevin.”

YPJ’ê banga xweparastina li hemberî êrîşên dagirkeriyê kir û got:

“Em dizanin gelê me yê axa xwe ku bi xwîna deh hezar şehîdan ve hatiye avdan li hember dagirkeriyê biparêze û welatparêzî û girêdana nirxên xwe diyar bike.

Divê jin, ciwan û hemû pêkhateyên herêmê li dijî êrişan axa xwe biparêzin û cihê xwe di çeperên parastina ax û welat de bigrin.

Bila gelê me bizanibe ku em ê tola gelê xwe yê hatiye qirkirin rabikin.

Me tu caran li hember êrişan serî netewandiye ji îro şûndetir jî em ê bi tu awayî paşde gav nedin.

Em ê bi çanda xwe ya berxwedêr ku li her deverê serkeftin bi dest xistine ve têbikoşin û vê feraseta qirker a rejîma terorî têk bibin. “

Back to top button