
Komîteya Şilêr a Zarokan bi daxuyaniyekê çalakiyeke kampanya bi dirûşmeya “Zarokên me hêviya pêşerojê ne” ragihand.
Çalakî bi amadebûna bi dehan zarok û endamên komîteyê hat li darxistin.
Di daxuyaniyê de hat gotin,
“Em Komîteya Zarokan a Şilêr kampanya xwe ya li dijî tundiya li ser zarokan, destdirêjî, zewaca bi temenê biçûk û parastina zarokan bi dirûşmeya “Zarokên me hêviya pêşerojê ne” dest pê dikin.”
Komîteyê diyar kir ku li Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bi sedan zarok ji ber şer û xizantiyê rojane rastî tundiyê tên.
Komîteyê da zanîn ku ji ber ku hin herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dibin dagirkeriyê dene bi sedan zarok ji ber wan êrişan hatine kuştin û birîndar kirin.
Di dawiyê de komîteyê bang li UNICEF û rêxistinên ku doza parastina zarokan dikin ku li hemberî van kiriyarên ku dagirkerî pêk tînin xwedî derkevin û zarokan bi parêzin.
Tê payîn ku ev çalakî heta 23’yê Cotmehê li deverên cuda dewam bike.