Istixbarata dewleta Tirk 21 sivîl ji Efrîn û herêmên dagirkirî revandin

Li Efrîna Dagirkirî, hovîtiya dewleta Tirk û çeteyên wî dewam dike. Îstixbarata Tirk û çeteyan li Efrîn û navçeyên wê 22 sivîl revand.

Dewleta Tirk a dagirker û çeteyên xwe li Efrîna dagirkirî kiryarên hovane bê navber didomînin.

Malpera Afrinpost ragihand ku Istixbarata dewleta Tirk a dagirker bi bihaneyên curbicur 17 kes revandin, ji wan 3 kes ji taxa Sîna’iyê ne.

Wezerata Parastina ya Tirkiyê, duh li xwe mikur hat ku 19 kes li herêma Efrînê û 2 kes jî li Girê spî û Serê Kaniyê revandin.

Çavdêriya Sûrî ya Mafê Mirovan jî da zanîn, Istixbarta dewletaTirk 3 sivîlên temen mezin yên ji gundê Şadirê yê Cindirêsê revandin.

Çeteyan li navçeya Raco sivîlek 40 salê revand

Li navçeya Racoyê jî, çeteyan şêniyê bi navê Ridwan Mihemed (40) yê ji gundê Çeqmaqê Mezin ê navçeya Reco revand.

Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê, da zanîn ku çeteyan bi buhaneya ku hevjîna Ridwan beriya ku bimire, ji ola Îslamê derketiye û bûye Xiristiyan, ew ber bi cihekî nediyar ve revand.

Back to top button