Li Bakurê Kurdistanê hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adarê

DEM Partî ji bo hilbijartinên şaredariyan ên 31’ê Adarê li bakurê Kurdistanê serdanên gel dewam dike.
Parlementerê DEM Partiyê yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlîoglû derbasî bajarokê Comanî, Zoqeyd û navçeya Misircê ya Sêrtê kir û li wir bi gel re axivî û got: Tu hêz nikare dengê kesên ku dibêjin ‘Berxwedan jiyane’ bibire.

Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Kocaeliyê Omer Farûk Gergerlioglû di çarçoveya xebatên hilbijartinê de serdana bajarokê Comanî, Zoqeyd û navçeya Misircê ya Sêrtê kir.

Parlementerê Dem-Partî li van deran serdana esnafan kir û ji bo namzetên partiya xwe piştgirî xwest.

Parlementerê DEM-Partiyê serdana bajarokê Comanî Zoqeyd û Misricê kir

Omer Farûk Gergerlioglû pêşî serdana bajarokê Comaniyê yê navçeya Xana Hawêl kir û li ber avahiya partiya xwe axaftinek kurt ji girseyê re kir û got ku ew bi desthilateke du rû re rû bi rû ne û wiha dewam kir:

Li bajar û bajarokên Kurdistanê bi zimanê kurdî propagandaya xwe ya hilbijartinê dikin, lê gava di meclîsê de kurdî tê axaftin mîkrofonê digirin.

Parlementer Gergerlîoglû: Em ê qeyûman ji şaredariyên xwe derxin

Piştre Gergerlîoglû derbasî navçeya Misircê bû.

Li wir jî, ji girseyê re axivî û balkişand ser rewşa qeyûmên ku li ser şaredariyên bajarên kurd hatine tayînkirin û got:

Desthilat li dijî vîna gel qeyûman tayîn dike. Li dijî partiyên me dozên girtinê vedikin. Dixwaze me ji meclîsê derxîne.

Gergerlîoglû:Li hemberî vîna gel ti hêz nikare bisekine

Parlementerê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) di dawiya axaftina xwe de got:

Li hember vîna we ya ev qas xurt tu hêz nikare bisekîne.

Tu hêz nikare dengê kesên ku dibêjin ‘Berxwedan jiyane’ bibire.

Em dibêjin ku kesê ber xwe dide dê azad bibe û em jî li dijî hemû astengî û zordariyê li ber xwe didin.”

Back to top button