Li bajarê Nurnberg û Aachen yê Almanyayê, êrîşên faşîstên Tirk yên li ser malbateke Kurd li Belçîkayê hat şermezarkirin.
Her wiha Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) ragihand ku dewleta Tirk li Ewropayê li dijî gelê Kurd provokasyonan dimeşîne û ji saziyên Kurdan xwest ku ji bilî berteka demokratîk rê û rêbazeke din pêkneynin.
Beriya çend rojan li bajarê Belçîkayê, komeke nijadperest êrîşî malbeteke kurd kirin.
Li gelek deverên Ewrûpayê kurd li dijî vê bûyerê daketin qadan û bertekeke xurt nîşan dan.
Li bajarê Nurnberg ê Almanyayê ji bo şermezarkirina êrîşa koma nijadperest mîtîngek hat lidarxistin.
Li bajarê Aachen ê Almanyayê jî bûyera li Belçîkayê bi çalakiyekê hate şermezarkirin.
Di çalakiyê de zêdetirî 150 Kurdistanî li navenda bajêr li hev civiyan, alên YPG û YPJ’ê û pankartên ku êrîşa nijadperestan eşkere dike hilgirtin.
Li wir belavoka ku êrîşa li Belçîkayê û helwesta Kurdistaniyên li Aachenê dijîn vedibêje ji aliyê nûnerê PYD Abdûrrahman Dêrikî ve hat xwendin.
Di çalakiyê de dirûşmên “Li dijî faşîzmê hemû bi hev re” û “Terorîst Erdogan” hatin berzkirin.
KCDK-E: Dewleta Tirk a dagirker li Ewropayê li pey provokasyonan e
Her wiha Kongreya Civaka Demokratîk ya Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) derbarê heman mijarê de daxuyanî da.
KCDK-E’yê di daxuyaniyê de anî ziman ku êrîşa faşît ya li Belçîkayê destpêkir li gelek navendên Ewrûpayê mezin bû û got:
“Bandora pêngavê ya li cîhanê, meşa girseyî ya bi sed hezaran ya li Kolnê û berxwedana bi sed hezaran hema hema li her navenda Ewropayê, pîrozbahiyên Newrozê dewleta Tirk a qirker aciz kiriye.
Ji ber vê jî hewil didin bi her awayî destkeftiyên ku bi têkoşîna azadiyê hatine bidestxistin vala derxin û bi ciwanên Kurd re bingeha pevçûnê ava dikin.”
KCDK-E’yê bang li gelê Kurd kir ku li hemberî bûyeran helwest nîşan bidin û ji bilî bertekên demokratîk rê û rêbazeke din karneynin.