“Tecrîda girankirî li ser Rêber Abdullah Ocalan derbasî sala 4’ê dibe”

Parêzerê Abdullah Ocalan Cengîz Yureklî derbarê rewşa dawî ya tecrîda girankirî li ser rêber Abdullah Ocalan axivî û got:”CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye.Saziyên Mafên Mirovan ên Navneteweyî tecrîda li Îmraliyê paşguh kirine û bi rola xwe ranabin.”

Tecrîda girankirî ya li ser Rêber Apo ku li girava Îmraliyê girtî ye, didome.

Ji 25’ê Adara 2021’an ve heya roja îro ti agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Parêzerê Rêber Apo Cengîz Yureklî derbarê tecrîdê û erka komîteya pêşîlêgirtina îşkenceyê CPT de axivî.

Parêzerê Ocalan Cengîz Yureklî: CPT erka xwe ya pêşîlêgirtina îşkenceyê winda kiriye

Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku bêhiqûqiyên li Îmraliyê ji aliyê saziyên girêdayî Konseya Ewropayê hatine veşartin û wiha got:

“CPT ji saziyeke ku baweriyê dide derketî ye.

CPT erka xwe ya ‘pêşîlêgirtina îşkenceyê’ winda kiriye.”

Cengîz Yureklî: Saziyên mafên mirovan ên cîhanî Îmralî paşguh kirine

Parêzer Cengîz Yureklî diyar kir ku li Girtîgeha Îmraliyê hiqûq nayê pêkanîn û wiha axaftina xwe dewam kir:

“Me heta niha serî li hemû sazî û dezgehên navnetewî daye lê dema mijar dibe Îmrali û Abdullah Ocalan hiqûq tê paşguhkirin.

Herî dawî hezar û 330 parêzeran ji bo rêya hevdîtinê were vekirin û pergala îşkenceyê ya li Îmraliyê were bidawîkirin deklarasyonek weşand.

Me beriya niha serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û nûnertiyên Konseya Ewropayê yên têkildar dan.

Ji ber me ji van tu encam negirtin me serî li Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî da. ”

Cengîz Yureklî: Tevî ewqas tecrîd Ocalan paradîgmeya xwe xistiye pratîkê

Cengîz Yureklî bal kişand ser paradîgmaya azadîxwaziya jinê ku Abdullah Ocalan daniye holê û wiha axaftina xwe bi dawî kir:

“Tevî ewqas zext û tecrîdê li hemû cîhanê niha paradîgmaya birêz Ocalan tê nîqaşkirin.

Birêz Ocalan paradîgmaya ku afirandiye bi awayekî fiîlî xistiye meriyetê jî.

Dirûşma ‘Jin jiyan azadî’ girêdayî felsefeya ku Ocalan pêş xistiye, li her derê pêk tê.

Vê felsefeyê xwe weke rê û sekna li dijî modernîteya kapîtalîst a heyî pênase kiriye û dikeve meriyetê.”

Gulîstan Kiliç Koçyîgît: Navnîşana çareseriyê birêz Abdullah Ocalan e

Back to top button