Li Mexmûrê çalakiya nobetê bi koma 50’yan didome

Li Memûrê li Wargeha Penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî çalakiya nobetê ya ku di 20’ê Tirmeha 2023’an de ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatiye destpêkirin, di roja 253’an de bi koma 50’yan didome.

Doh merasîma dewrgirtinê li Saziya Ciwanan bi kombûna gel û çalakvanan destpê kir.

Piştre li ser navê koma 49’an Sevîm Encû daxuyanî xwend û tê de wiha got:

“Ev demek dirêje tu agahî ji Rêber Apo nayê girtin.

Ji ber vê yekê li seranserî Kurdistan û cîhanê ji bo azadiya Rêber Apo û şikandina tecrîda girankirî ya li Îmraliyê çalakî tên lidarxistin.

Bi heman armancê girtiyên zindanan, zinadanên xwe kirina cihê berxwedanê.

Azadiya Rêber Apo ji bo pirsgirêkên Rojhilata Navîn çareseriye.

Em ê di berxwedana xwe de bi israr bin.”

Piştî axaftinê, çalakiya nobetê bi dirûşmeyên “Bijî Serok Apo, Bê Serok jiyan nabe” dewrî koma 50’emîn hat kirin.

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê di roja 241’an de didome

Back to top button