Rewşenbîr û Siyasetmedarên Reqayê: Rêbertî pirsgirêkên li Rojhilata navîn analîz dike

Rewşenbîr û siyasetmedarên Kantona Reqayê diyar kirin ku xwendina parêznameyên Rêber Apo gelek girîng e ji ber ku ew pirsgirêkên Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike û got:”Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin ji ber ku azadiya wî tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn.”

Sala 2023’yan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Helebê bi gelemperî civîn ji bo xwendina pirtûkên Rêber Apo hatin lidarxistin.

Li kantona Reqayê jî Rewşenbîran însiyatîf girt û 14 kom ava kirin ku her yek ji 8 rewşenbîran û kesayetên civakî û şêniyan pêk tê.

Derbarê mijarê de nivîskarê rojnameya Şerq El Ewsat a Demokratîk Îsmaîl El Xalid ku endamekî komên xwendina pirtûkên Rêber Apo ye axivî û got:

“Em ji vê însiyatîfê armanc dikin ku civakê hişyar bikin, pêşerojê bi wan bidin nasandin û li gorî rêgezên demokratîk xwe bi rêxistin bikin.

Ev mijar û gelek mijarên din bi xwendina pirtûk û parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan hatin nîqaşkirin.

Rêber Apo pirsgirêkên Rojhilata Navîn diyar dike û analîz dike.”

Eymen El Hisên: Ji bo ciwanan xwendina pirtûkên serokatî gelek girîng e

Şanoger Eymen El Hisên jî diyar kir ku Yekitiya Rewşenbîran cihê xwe di komên xwendina pirtûkên Rêber Apo de girtiye û wiha got:

“Tevahî pirtûkên Rêber Apo girîng in bi taybet Sosyolojiya Azadiyê ku gelek fikrên girîng ji bo pêşxistina cîhanê û Rojhilata Navîn dihewîne.

Ji bo ciwanan xwendina van berheman gelek girîng e.

Parêznameyên wî yên pirtûka sêyemîn, diyar dike ku ew xwedî nêrîneke geşbîn e ji bo ku rojhilateke navîn a demokratîk ava bibe û gelên wê bi giştî rizgar bibin.”

Eymen El Hisên: Azadiya Rêber Apo tê wateya azadiya gelên Rojhilata navîn

El Hisên di dawiya axavtina xwe de wiha got:

“Me gelek sûd ji van berheman girt.

Em daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan dikin ji ber ku azadiya wî tê wateya azadiya gelên Rojhilata Navîn.”

Back to top button