“Li girtiyên di grevê de ne odeyên yek kesî têne bicihkirin”

Ji girtîgehên Bakurê Kurdistan û Tirkiyê her roj binpêkirinê mafan, zext û êşkenceya fîzîkî û derûnî tên.
Rêveberiyên girtîgehan ji bo şikandina berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne serî li gelek rê û rêbazên binpêkirina mafên mirovan didin û wezîfeya xwe bi cih naynin.
Parêzer Esra Saçaklidir diyar kir ku zextên li girtîgehan zêde bûye û got:
“Şekir, av, xwê yên ku pêwîstiya girtiyên di greva birçîbûnê de pê heye, ji wan re nayê dayin.”

Girtiyên siyasî 123 Rojin bi biryardarî çalakiya greva birçîbûnê berdewam dikin.

Her roj jî girtiyên siyasî agahiyên sûrgun, haqaret, êşkenceya fîzîkî û derûnî tên.

Berpirsên girtîgehan û gardiyan pêwîstiyên girtiyan bi cih naynin.

Girtiyên ku nexweşên giranin ji ber ku ketine greva birçîbûne doktor li van meyze nake..

Endama Komîsyona Girtîgehan a Şaxê Amedê ya Komeleya Mafên Mirovan ÎHD Parêzer Esra Saçaklidir li ser rewşa girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji ANF’ê re axivî.

Parêzer Esra Saçaklidir: Li girtiyên di grevê de ne odeyên yek kesî têne bicihkirin

Parêzer Esra Saçaklidir diyar kir ku wan weke baroya Amedê ji bo şopandina pêvajoya çalakiyê û binpêkirina mafên mirovan serdana gelek girtîgehan kirine û çavdêriyên xwe kirine rapor û got:

“Di raporên xwe de me bi giranî bal kişandin ser cezayên dîsîplînê yên li girtiyan hatin birîn.

Beriya her tiştî girtiyên di greva birçîbûnê de ne li odeyên yek kesî têne bicihkirin.

Şekir, av, xwê yên ku pêwîstiya girtiyên di greva birçîbûnê de pê heye, ji wan re nayê dayîn.

Tevî vê yekê rewşa hin girtiyan giran bûye. Me diyar kir ku divê hinek karibe li van girtiyan binêrin.

Dema ku me ev hemû nirxand, dît ku kiryara odeya yek kesî di meriyetê de ye.”

Parêzer esra saçaklidir: kontrola tenduristiyê nayê kirin

Esra Saçaklidir ragihand ku hin girtiyên di greva birçîbûnê de ne nexweş ketine û got:

“Kontrola tenduristiyê ya van girtiyan nayê kirin.

Girtiyên di greva birçîbûnê de ne ji me re ragihandin ku doktoran kontrola şekirê xwînê nekirine.

Ji bo şikandina berxwedanê cezayê dîsîplînê gelekî zêde ne.

Ji bo girtiyên di greva birçîbûnê de ne heta astekê divê av, şekir, karbonat, vîtamîna B bê dayin.

Eger ev neyê kirin wê xisarên mayinde li mejiyê girtiyan bibe.

Rêveberiyên girtîgehan ji bo şikandina berxwedana girtiyên di greva birçîbûnê de ne serî li gelek rê û rêbazên binpêkirina mafên mirovan didin û wezîfeya xwe bi cih naynin.”

120 rojin girtî di greva birçîbûnê de ne

Back to top button