Bi boneya Roja Şano ya Cîhanê doh li bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Dezgeha Şano ya Rêveberiya Çand û Hunerê ya bajêr çalakiyek lidarxist.
Di çalakiyê de Serokê Beşa Şano ya Rêveberiya Çand û Hunerê ya Silêmaniyê Niştiman Ebdullah axivî û got:
“Şano ji hemû cîhanê re peyamekê dide.
Girîngiya pêwîst ji şanoyê re nayê dayîn û hejmara salonên şanoyê kême.”
Piştî axaftinê bi boneya Roja Şano ya Cîhanê şanoyek ji aliyê Rêveberiya Şanoya Rêveberiya Çand û Hunerê ya Silêmaniyê ve hat pêşandan.
Lîstikvana şanoyê Dilya Muhammed li ser wate û girîngiya rojê axivî û got ku li pêşiya hunermendên şanoyê gelek astengî hene.
Hunermendê şanoyê Salar Mahîr jî Roja Şano ya Cîhanê li hemû hunermendên şanoyê pîroz kir û wiha anî ziman:
“Îro ji aliyê Beşa Şanoyê ve xelata fexrî hat dayîn.”