Parlamentera Swîsreyî Laûrence Fehlmann Rîelle li ser rewşa tecrîda Îmraliyê axivî.
Rîelle diyar kir ku Rêber Apo Mandela yê vê demê ye û got:”Ji bo têkoşîna li dijî tecrîda li Îmraliyê divê civaka navneteweyî bikeve nava liv û tevgerê.”
Dostên gelê Kurd bi daxwaza ‘Azadî ji Abdullah Ocalan re, çareseriya siyasî ji pirsgirêka Kurd re’ dixin rojeva welatê xwe.
Yek ji van jî Parlamentera Federal a Partiya Sosyalîst a Swîsreyê Laûrence Fehlmann Rîelle ye.
Fehlmann Rîelle çend roj berê pêşnûme pirsek pêşkêşî Konseya Federal a Swîsreyê kiribû û bal kişandibû ser tecrîda li Îmraliyê.
Her wiha ji Swîsreyê xwestibû ku di mijara azadiya Rêber Apo de bikeve nava liv û tevgerê.
Parlamenter Laûrence Fehlmann Rîelle tecrîda Îmraliyê, pêngava azadiyê ji ajansa Firatê re nirxand.
Parlamenter Laûrence Fehlmann Rîelle anî ziman ku tecrîda li Îmraliyê êşkence ye û têkildarî armanca xwe ya ji pêşkêşkirina pêşnûme pirsê ji bo Konseya Federal a Swîsreyê got:
“Ji roja ku Abdullah Ocalan bi rengekî trajîk ji Kenyayê hate revandin û birin girava Îmraliyê û vir ve, yanî 25 sal in di nava tecrîdeke giran de ye.
Armanca bingehîn a pêşnûmeya ku me pêşkêş kir ew bû ku ev yek bi ti awayî neyê qebûlkirin, weke êşkenceyê bê nirxandin û bixin rojeva Konseya Federal.”
Laûrence Fehlmann Rîelle: Helwesta CPT cihê fikaran e
Fehlmann Rîelle destnîşan kir ku di serî de endamê Komîteya Pêşîgirtina li êşkenceyê ya Ewropayê Swîsre, divê hemû welatên Ewropayê li hemberî tecrîdê bikevin nava liv û tevgerê û got:
“Di serî de Swîsre, civaka navneteweyî di vê mijarê de dikarin xwedî bandor bin û zextê li hikumeat Tirk bikin.
CPT di demeke nêz de serdana girtîgehên li Tirkiyê kir lê belê neçû Îmraliyê.
Em agahiyên berfireh li ser serdana dawî ya CPT a li Tirkiyê nizanin. Lê belê rewşa ne çûyîna Îmraliyê cihê fikaran e.”
Parlementera Swisreyî: Abdullah OCalan mandelayê vê demê ye
Parlementera Swîsreyî Fehlmann Rîelle anî ziman ku Rêber Apo Mandelayê demê yê û wiha bi dawî kir.
“Bi dîtina min ji bo azadiya Abdullah Ocalan divê em bi çend qonaxan bikevin nava liv û tevgerê.
Pêwîste giraniyê bidin ser pêngava ji bo azadiya Ocalan ku weke Mandela yê vê demê tê dîtin.
Pêngav ji bo azadiya Ocalan nîşaneyeke hêviyê ye, lê belê rê hîn dirêj e û divê seferberî jî timî dewam bike.”