Iraq..Di operasyona ewlehiyê de 12 DAIŞ’î hatin kuştin

Di operasyona ewlehiyê ya artêşa Iraqê de 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Berdevkê Fermandarê Giştî yê Hêzên Çekdarî ya Iraqê, Yehya Resûl bi daxuyaniyeke çapemeniyê derbarê operasyonên ewlehiyê yên li dijî çeteyên DAIŞ’ê de agahî da.

Hat gotin ku hêzên Iraqê bi hevkariya Koalîsyona Navnetewî di danê sibehê de êrîş birin li ser nuqteyên DAIŞ’iyan ên li Çiyayê Qereçûx ku nêzî herêma Mexmûrê ye.

Operasyon bi hevkariya balafirên şer yên artêşa Iraq û Koalisyonê pêk hat, ku 59 êrîşên asîmanî li dijî nuqteyên DAIŞ’iyan pêk hatin.

Di encama vê operasyona ewlehiyê de, 12 çeteyên DAIŞ’ê hatin kuştin.

Back to top button