Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser a Herêma Cizîrê îsal amadekariya zêdekirina şaxên nû li qonaxa amadehiyê dike. Li aliyê din dewreya duyemîn ya ezmûnên dawiya salê ya refa 12`an li herêma Cizîrê dest pê kir. Nêzî 2 hezar xwendekar tev li dewreya duyemîn bûne.
Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê dê beşên nû li qonaxa amadehiyê zêde bike.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Herêma Cizîrê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ku ew ê îsal şaxên nû wekî “Pîşesazî, bazirganî, çandinî û tenduristî” vekin. Her wiha ew planên vekirina petrol û peyterî jî di qonaxa amadehî de dikin.
Deste wê dibistanên pîşesaziyê li Dêrikê, Til Koçer, Tirbespiyê, Amûdê, Dirbêsiyê, Til Temir û Hesekê veke.
Amadehiya tenduristiyê û çandiniyê jî li Qamişlo û Hesekê,
Amadehiya bazirganiyê li Qamişloyê, Hesekê û Girkê Legê,
Amadehiya peyterî li Hesekê û
Amadehiya petrolê jî wê li Rimêla veke.
Her wiha peymangeha pîşesaziyê jî dê were vekirin û dema xwendina wê jî wê du sal bin.
Mihemed Ebdo destnîşan kir ku desteyê komîteya şopandina van amadehiyan ava kir.
Hevserokê Desteya Perwerde û Fêrkirinê Mihemed Salih Ebdo diyar kir ew hewl didin kadroyên zana û pîşeyî ava bikin da ku xizmeta welatê xwe bikin.
Endamê komîteya amadekar Îbrahîm Ereb têkildarî mijarê got: “Niha pispor meteryalan bi awayekî akademîk amade dikin.
Ereb diyar kir ku piştî qonaxa amadehî ya sê salan bi dawî bibe, peymangehên taybet hene û dema xwendina wan jî ji du heta sê salan e.