Xerîb Hiso: Li hember êrişan divê rihê welatparêziyê were xurtkirin

Meclisa Mablatên Şehîdan a bajarê Hesekê ji bo nirxandina geşedanên dawî civînek li dar xist. Di civînê de, Hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso geşedanên li herêmê nirxandin û bang li gelên herêmê kir ku li hemberî êrişan xwe bi rêxistin bikin.

Di civîna gel de, hevserokê TEV-DEM’ê Xerîb Hiso bal kişand ser êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk û ev yek got: “Dewleta Tirk hewl dide bi hemû rêbazan qada dagirkeriya xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê fireh bike. Bi êrişên xwe yên ezmanî û şerê taybet hewl dide îradeya gel bişkîne û hevgirtina wan têk bibe.

Dewleta Tirk li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Herêmên Parastinê yên Medyayê têk çû, ji ber vê yekê çekên qedexekirî xistine dewrê.

Xerîb Hiso bal kişand ser bêdengiya hikumeta Şamê ya li hemberî êrişan û wiha dewam kir: “Hikumeta Şamê ji bilî gendelî û ferzkirina ambargoyê li ser taxên Şêxmeqûsd, Eşrefiyê û kantona Şehbayê tiştekî din nake.

Hêzên navneteweyî jî bêdengin. Divê gelên herêmê li hember vê rewşê hevgirtî bin.

Civîn bi guftugoyan dewam bû.

Back to top button