Çeteyên dewleta Tirk 25 dar ji gundê Çiqmak ê navçeya Raco birîn

Binpêkirinên dewleta Tirk her ku diçe li Efrîna dagirkirî zêde dibe. Çeteyên Feyleq El-Şam 25 dar li gundê Çiqmaqê yê Efrîna dagirkirî birîn. Her wiha 100 darên Zeytûnan jî ji gundê kefercenê yê navçeya Şera birîn.

Malpera Efrîn Post ragihand ku çeteyên ‘Feyleq El-Şam’ ên girêdayî dewleta Tirk 25 darên berhemdar ên Loz ên welatiyê binavê Nûrî Musa yê ji gundê Çiq-maqê yê navçeya Raco ya Efrîna dagirkirî birîn.

Dagirkeran ew dar ji bo firotinê birin navendên xwe.

​​​​​​​Çeteyên dewleta Tirk 100 dar ji gundê Kefercenê yê nevçeya Şera birîn

Çeteyên dewleta Tirk a dagirker 100 darên zeytûnê yên welatiyê bi navê Rûhat Esed ê ji gundê Kefercenê yê navçeya Şera ne ku birîne û ji bo ku bikin êzing û bifroşin.

Back to top button