Heman krîz di navbera Waşîngton, Moskova û Warşowa de lidare.
Piştî DYA, Polonya jî 3 dîplomatên Rûsî dersînor dike.
Li dijî vê yekê, Moskoava ragihand ku wan ji bo 8 Amerîkiyan biryara neketina welat dane.
Wezîrê Karên Derve ya Rûsya Sergey Lavrov li ser mijarê daxuyaniyeke da û got:
Li gorî peymana di navbera Waşîngton û Moskovayê de, wan 10 dîplomatên Amerîkî wê derbêxe û bi lez wê di nava salê de jimara dîplomatên wê jî daxe 10’an.
Sergey Lavrov diyar kir ku wan peymana 1922’an ya di navbera herdû welatan de betal kiriye.
Wê wexf û komeleyên girêdayî serokatiya DYA û saziyên dewletê yên li Rûsya werin rawestandin.
Wezîr jî di nav de Moskova ji bo 8 berpirsên Amerîka biryar girt ku nekevin xaka welat.
Tevî van cezayan jî Rûsya careke din ragihand ku ew naxwazin aloziya heyî ya bi Amerîka re bilindtir bikin.
Rûsya 5 dîplomatên Polonya dersînor dike
Her wiha Rûsya li dijî dersînorkirina 3 dîplomatên wê ji aliyê Polonyave bersiva xwe bi dersînorkirina 5 Poloniyan da.