Êzidiyên Tirbespiyê piştgirî dan namezetê PADÊ Semîr Derwêş

Êzidiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jî piştevaniya xwe ji bo Semîr Derwîş didomînin.
Êzidiyên navçeya Tirbespiyê jî piştgirî dan namzetê PADÊ û diyar kir ku ew dikare xizmetê ji civaka êzidî re bike.

Şêniyê bi navê Barzan Silo yê ji Tirbespiyê axivî û got:

“Divê êzidî piştgiriya nûnerê xwe bikin û vîna xwe biparêzin, ji ber dibe garantiya pêşeroja wan.

Divê em tevahî bibin piştgiriyê bidin kesên ku xizmetê ji êzdiyan re bikin.

Barzan Silo da zanîn ku serketina Şêx Semîr dê li hember komkujîyan jî bibe bersiveke mezin.

Silo bang li êzidiyan kir ku berê xwe bidin sendoqên hilbijartinên û dengê xwe bidin nûnerê xwe.

Li aliyekî din jî welatiyê êzidî Welat Zerdeştî jî diyar kir ku siyaseta li Iraqê êzidî paşguh kir û dê ev hilbijartin pêşeroja Şengalê diyar bike û wiha got:

“Em êzidiyên Rojava bi rêxistina êzidiyên Şengalê serbilind in.”

Back to top button