Lloyd Austin: Dîrok li me temaşe dike

Di demekî ku Ukrayna meha 11’an a şerê li welat tejî dike de, ji welatên Rojavayî peyama piştevaniyê hat.
Di civîna hevkarên Ukrayna ya li Almanya pêk tê de, Wezîrê Parastinê yê Amerîka Austin banga piştevaniya bû Kîevê kir û got: Dîrok li me temaşe dike.

Wezîrên Parastinê yên welatên hevkarê Ukrayna li barageha leşkerî ya hêzên Amerîka li Almanya kom bûn.

Wezîrê Parastinê yê Amerîkayê Lloyd Austin axivî û got,

“Ev demeke krîtîk e.

Rûsya ji nû ve kom dibe, xwe amade dike.

Ev ne dema hêdîbûnê ye.

Gelê Ukraynayê li me temaşe dike, Kremlîn li me temaşe dike, dîrok li me temaşe dike.”

Austin diyar kir ku di vê piştevaniya ji bo hêzên Ukrayna ya li dijî Rûsya li ber xwe dide dewam bike.

Austin di derbarê pakêta 2,5 milyar dolarî ya ku welatê wî doh ji bo piştevaniya Ukrayna erêkirî jî ev tişt anî ziman:

Ez bi vê yekê serbilindim.

Ji Amerîka paketa alîkariya 2,5 mîlyar dolar bo Ukrayna

Wezareta Parastinê ya Amerîka beriya civîna li Almanya despê bike paketta alîkariya leşkerî ya 2.5 mîlyar dolar ya ji bo Ukrayna eşkere kir.

Di paketa alîkariyê de, piştevaniya wesayîtên zirxî û sîstema parastina asmanî heye.

Pisporên parastinê îşsret bi wê yekê dinkin ku tankên Leopard ên Almanyayê wê ji bo Ukraynayê di şerê li dijî Rûsyayê de herî guncaw bin.

Rêveberiya Berlîn jî dibêje şandina me ya tankên Leopard bi şandina Amerîka ya tankên Abrams ve girêdayî ye.

Amerîka jî îdia dike ku ji ber Abrams li dijî balafiran ne pêşketî ye, ew nikarin wê bişînin.

Wezîrê Parastinê yê Ukraynayê Oleksîy Reznîkov beşdarî civîna wezîrên parastinê ya li baregeha Ramstein a Almanyayê hat lidarxistin bû.

Serokomarê Ukraynayê Volodymyr Zelenski jî pêwendiyeke vîdyoyî çêkir.

Serokê CIA bi veşartî serdana Ukrayna kir

Hemwextî vê yekê derket holê ku Dîrektorê Ajansa Îstixbareta Navendî (CIA) yê Amerîka William J. Burns dawiya hefteya borî bi dizî çûye paytexta Ukraynayê.

J. Burns li wir bi Serokomar Vladimir Zelenskiy re hevdîtin pêk anî.

Tê îdiakirin ku di hevdîtinê de plana Serokê Rûsya Vladimir Putin ya ji bo dema pêş hatiye gotûbêjkirin.

Îngilistan: Li Ukrayna 50 hezar çekdarên Wagner hene

Li gorî rapora rojane ya îstixbaratê ya ku ji aliyê Wezareta Parastinê ya Îngilîstanê ve hatiye weşandin, koma çekdarên Wagner a Rûsyayê niha li Ukraynayê nêzî 50 hezarî ye.

Wezaretê got; leşkerên Wagner niha bûne “pêkhateke sereke” li Ukraynayê.

Back to top button