Li Amedê rojnamevan Qedrî Esen, Alî Koçer û gelek kes hatin binçavkirin

Li Bakurê Kurdistanê operasyonên qirkirina siyasî li dijî Kurdan zêde bûne.
Vê sibê li Amedê rojnameger Qedrî Esen û Alî Koçer jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin.
Dewleta Tirk a faşîst ne tenê li derve li girtîgehan jî zextên xwe zêdekirine.
Li dijî van zextan girtiyên siyasî yên li girtîgeha Amedê, dest bi greva birçîbûnê kirin.
Parlementera HDP’ê Dîlan Taşdemîr anî ziman ji serdema avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha êşkenceya herî mezin tê kirin.

Polîsên dewleta Tirk a faşîst vê sibê li Amedê bi ser gelek malan de girtin.

Hate ragihandin Serdozgeriya Komarê ya Amedê der barê 57 kesan de biryara binçavkirinê daye.

Di vê çarçovê de, rojnamevan Qedrî Esen û Alî Koçer jî di nav de; gelek kes hatin binçavkirin.

Kesên binçavkirî ji rêvebriya Polîsan a Amedê re hatin veguhestin.

Beriya 3 rojan jî di çarçovaya Doza Kobanê de, der barê 91 endamên HDP’ê de biryara binçavkirinê hat dayîn.

Girtiyên li girtîgeha Amedê dest bi greva birçîbûnê kirin

Ne tenê li derve, li girtîgehan jî zext û binpêkirin li dijî girtiyan, taybet ên Kurd zêde bûne.

Girtiyên siyastî yên li girtîgeha Amedê doh li dijî binpêkirinên mafan ji bo 3 rojan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Yek jî girtiyên siyasî yên girtîgeha Amedê Beran Eman ji malbata xwe re ragihand wan li dijî êşkence û binpêkirina mafan dest bi greva birçîbûnê kirin.

Girtî Beran Eman anî ziman ger zext û êşkence bi dawî nebin ew ê greva xwe veguherînin a bêdem.

Beran Eman bang li civaka sivîl kir ku der barê êşkence û binpêkirinên li dijî girtiyan tê kirin de xwedî helwest bin.

Dîlan Taşdemîr: Li girtîgehan pêleke êrişan hatiye destpêkirin

Li dijî van zextan, Parlementera HDP’ê ya Agiriyê Dîlan Dîrayet Taşdemîr bertek nîşan da.

Parlamenter Dîlan anî ziman a niha ji serdema avabûna Komara Tirkiyeyê û heta niha êşkenceya herî mezin tê kirin.

Parlementera HDP’ê diyar kir ku li girtîgehan êrişên sîstematîk hene û bang li raya giştî û civakê kir ku li gorî vê rewşê tevbigerin.

Back to top button