Li Qamişlo û Helebê Sakîne, Fîdan û Leyla hatin bibîranîn

Her sê jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez li bajarê Qamişlo û Helebê hatin bibîranîn.

Çalakiyên ji bo bîranîna Sekîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ku 9’ê Çileya 2013’an li paytexta Frensa Parîsê hatin şehîdxistin, dewam dikin.

Kongra Star li Qamişlo bi boneya salvegera 9’emîn a komkujiya Parîsê semînerek li Navenda Mihemed Şêxo ya Çand û Hunerê lidarxist.

Di semînerê de hate gotin, em ê bi kar û xebata xwe tola şehîdên komkujiya Parîsê rakin.

Di heman demê de li Helebê jî Kongra Star semînerek li dar xist.

Semîner ji aliyê rêveberiya Kongra Star a bajarê Helebê Zêneb Îbo ve hat birêveberin.

Jinan di semînerê de dan zanîn ku dijmin her dem jinên zane dikin hedef.

Back to top button