HPG: Li Zapê 2 leşkerên Tirk ên dagirker hatin cezakirin

Hêzên gerîla li Zapê çalakî kirin û di encamê de 2 leşkerên Tirk ên dagirker ceza kirin.
Arteşa Tirk a dagirker jî 16 caran bi çekên kîmyewî êrişî qadên berxwedanê ên gerîlayan kir.

Li dijî tevgera dagirkeriya dewleta Tirk ya li Başûrê Kurdistanê, berxwedaniya gerîlayên azadiyê ên Kurdistanê dewam dike.

Tevî bikaranîna teknîka herî modern û çekên kîmyewî, hêzên gerîla derbên giran li arteşa Tirk dixe.

Têkildarî çalakiyên gerîla û êrişên dagirkeriyê Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê daxuyaniyek weşand.

Li gorî vê

“Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Bazên Zagrosê de li herêma Zapê;

19’ê Çileyê li nehiya Şêladizê ya navçeya Amediyê, hêzên gerîlayan dest li helîkopterên êrîşê werdan ku hewl dan bombeyan li derdora qada Çemço û gundê Sîdayê bibarînin.

Di encama destwerdana gerîlayan de helîkopter neçar man ji qadê biçin.

20’ê Çileyê tîmên gerîla yên bi tevger 2 caran bi sûîqestê li dagirkerên nêzî qada Çemçoyê xistin.

Di encamê de 2 dagirker hatin cezakirin.

Her wiha Di çarçoveya Pêngava Şoreşgerî ya Şehîd Savaş Maraş a Cenga Xabûrê de jî;

19’ê Çileyê li Qada Berxwedanê ya Girê FM’ê, gerîlayên YJA Starê bi çekên giran li dagirkeran xistin.

HPG: Arteşa Tirk a dagirker 16 caran bi çekên kîmyewî êriş kir

Li ser êriş û sûcên şer yên arteşa Tirk a dagirker jî HPG’ê ev agahî dan:

Dagirkeran çeperên berxwedanê 16 caran bi çekên kîmyewî, 5 caran bi balafirên şer, 8 caran bi helîkopterên êrîşê,

Û bi dehan caran jî bi obus, tank û çekên giran bombardûman kir.”

Back to top button