Nûnerên HDP’ê yên bê sedem ji aliyê PDK’ê ve hatin binçavkirin serbest hatin berdan

Asayîşa PDK’ê Îro li Hewlêrê 4 endam û nûnerên HDP’ê bê hêcet û sedem, binçavkirin.
Li gor nûnertiya HDP’ê ya li Hewlêrê, endamên wan piştî çend saetan hatin berdan.

Asayîşa PDK’ê li Hewlêrê îro 4 endamên HDP’ê (Nadîhe Ermîş, Hîkmet Xetîb, Rûken Mercan û Gûlcan Alp) binçav kirin..

Piştî binçavkirinê, asayîşê îdîa kir ku agahiya wan ji vê yekê nîne.

Dûre piştî çend saetan her 4 endam hatin berdan.

Nûnertiya HDP’ê got:

“Asayîşa Gulanê tevî ku endamên wan fermî ne û tên naskirin jî, bê sedem ew binçav kirin.”

Ji endaman Nahîde Ermîş da zanîn ku ew saetekê li asayîşa Gulanê man piştre ew birin Asayîşa Giştî..

Ermîş eşkere kir ku Asayîşa Giştî telefonên hevalên wan ên Nûnertiya HDP’ê desteser kirin..

Niha endam û nûnerên HDP’ê serbest hatine berdan, lê ji ber çi û bi çi sûcî hatin binçavkirin, heya niha nehatiye naskirin.

Back to top button